Emar Hekîm daxwazek pêşkêşî Îraqiyan û civaka cîhanî dike

dibêje boykot kirin xwe vedizîne ji cîhbicîh kirina erkê nîştimanî.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje boykot kirina hilbijartinan zirarê dide Îraqê.

Îro Serokê tevgera Hikmeya nîştimanî ya Îraqê Emar Hekîm ragihand ku nabe aliyên siyasî û welatiyên Îraqê boykota hilbijartinên Îraqê bikin.

Emar Hekîm herwiha diyar kiriye ku boykot kirina hilbijartinên Îraqê, vê zirareke mezin bide Îraqê û rewşa Îraqê aloztir bike.

Nav hatî daxwaz ji sazî û aliyên navnetewî kiriye daku hana aliyên siyasî û welatiyên Îraqê bidin ku beşdarî di hilbijartinên Îraqê de bikin.

Hekîm tekez li ser vê yekê kiriye ku beşdarî kirin di hilbijartinan de erkeke nîştimaniye û boykot kirin jî xwe dizîne ji cîhbicîh kirina erkê nîştimanî û zirarê dide welat.

Biryare di meha 10an ya 2021an de hilbijartinên pêşwext li Îraqê werin kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.