Amerîka amadekarî bo êrîşeke berfire dike

wezareta berevanî heta niha bi fermî ti daxuyanî nedaye.
کوردستان TV
100%

 

Dixwaze êrîşî ser çekdarên ser bi Îranê yên li Îraqê bike.

Rojnameya The daily caller ya Amerîkî duhê raportek belav kiriye û di raportê de ku xwe dispêre jêderên leşkerî yên ji wezareta berevanî ya Amerîkayê, wezareta berevanî ya Amerîkayê amadekarî bo cîhbicîh kirina daxwazeke Serokê Amerîkayê Jeo Biden dike.

Di raportê de hatiye kirin ku Serokê Amerîkayê Jeo Biden daxwaz ji wezareta berevanî ya Amerîkayê kiriye daku êrîşeke berfire bo ser çekdarên Îraqî yên ser bi Îranê pêk bîne.

Çavkaniyê herwiha nivîsandiye ku jêderên leşkerî ji wezareta berevanî ya Amerîkayê diyar kirine ku niha wezareta berevanî dest bi danîna pilan û amadekariyên pêwîst bo cîhbicîh kirina ev daxwaza Serokê Amerîkayê kiriye.

Heta niha bi fermî wezareta berevanî ya Amerîkayê anjî rayedarên din yên Koşka Spî li ser vê mijarê ti daxuyaniyek nedane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.