Zirarên madî yên mezin ber welatiyan ketine.
Îro careke din topxane û balefirên artêşa Tirkiyeyê piştî pevçûna navbera leşkerên Tirk û gerîlayên pkkê li zinarê Kêste, dever bi tundî topbaran û bordiman kir.
Li gor zaniyariyên berdest, di encama topbaran û bordimanê de zirarên gelek mezin yên madî ber şêniyên gundên deverê ketiye.
Herwiha hate zanîn ku topek di nava gund de ketiye lê neteqiyaye.
Herwiha jiber topbaranê agir bi gund û baxên şêniyaan ber bûye.
Weke tê zanîn jiber şer û pevçûnên ku ji roja 23 Nîsanê destpê kirine heta niha bi dehan gundên deverê hatine valakirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin