Navçeya Kesik hîn jî daxistiye.
Piştî ku duhê hêzên taybet yên ser bi Serokatiya civata wezîran ya Îraqê Fermandarekî çekdarên heşda şebî bi hinceta kuştina çalakvanan binçav kirin, heşda şebî jî şev di nava kolanên Bexdayê de manoreke leşkerî bo nîşandana hêza xwe organîzekir.
Heşda şebî, bi tank, zirepuş û hêzeke gelek zêde yaku çekên giran jî pê re bû, çûne ser navçeya Kesik ya li Bexdayê.
Hate zanîn ku ev hêzên heşda şebî navçeya han demeke kurt xistine bin kontrola xwe lê pişt re Serokwezîrê Îraqê li gel rayedarên heşda şebî civiyaye û Fermandarê girtî bo lêpirsînê radestî hêzeke din kiriye.
Heşda şebî jî belav kiribû ku Fermandarê girtî hatiye azadkirin lê Serokatiya civata wezîran ya Îraqê diyar kiriye ku ev Fermandar nehatiye azadkirin.
Ji aliyeke din ve îro jî çavkaniyên ewlekarî diyar kirin ku hîn jî li Bexdayê rewş aloze û gelek hêzên ewlekarî li Bexdayê hatine belavkirin.
Her di heman çarçoveyê de hikûmeta Îraqê jî ferman bi tevahiya xalên kontrol kirinê kiriye daku ji niha û pêde rê nedin ti karwaneke leşkerî di navbera bajaran de hatûçû bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin