Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Almanyayê yê li Îraqê Ole Diehl kir.
Di civînê de balyozê Almanya ku jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya wî ya li Îraqê bo xatir xwestinê serdana Serok Barzanî kiribû, pêbendiya welatê xwe ya bo domandin û bihêztir kirina têkiliyên xwe li gel Kurdistanê diyar kir û anî ziman ku Kurdistan bo Almanyayê xwedan girîngiyeke taybete.
Ole Diehl di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku Kurdistan ev beşê nimûneyiye li Îraqê ku hertim bûye penageheke aram bo ew kesên ku di beşên din yên Îraqê de rastî kêş û arîşeyan hatine.
Her di heman civînê de Serok Barzanî jî spasiya gel û hikûmeta Almanayê kir ku, hertim û di rewşên dijwar de hevkariya gelê Kurdistan û hêzên pêşmerge kirin û tekez li ser vê yekê jî kir ku, piştîvaniya bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê dike.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî piştîvaniya xwe bo kar û çalakiyên Konsulusxaneyan, şandên dîplomatîkî û saziyên medenî diyar kir û anî ziman ku gelê Kurdistanê bo azadiyê qurbanî daye.
Têkiliyên herêm û Îraqê û hilbijartinên Îraqê mijareke din ya civînê bûn û balyozê Almanyayê xwesteke welatê xwe di çarçoveya Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpayê de bo hevkarî kirina prosesa hilbijartinên Îraqê diyar kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin