Naveroka civîna civata wezîran

çend proje qanûn hatin pejrandin.
کوردستان TV
100%

 

Îro bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya bû.

Piştî bi dawî hatina civîna îro ya civata wezîran Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 26ê Gulana 2021an me gerînendetiya civîna normal ya civata wezîran kir.

Di rojeva yekem ya civînê de me giftûgo derbarê mekanîzmaya cîhbicîh kirina madeya 5 ya qanûna reforman ya bi hijmara 2 ya sala 2020an taybet bi rêkxistin kirina dermaleyan di çarçoveya zagonên berkar yên ku taybetin bi xerc kirina dermaleya ewin ku şayistene werin parastin û dadmendî hebe di xerc kirina dermaleyan û ev yek were sabit kirin bo ewin ku li gor zagonan şayistene, kir.

Di rojeva dudiyan ya civînê de nîqaş li ser dahatên navxweyî û rola wezaretên têkildar yên bo pêşde birin û pir reng kirin û rêkxistina dahatên navxweyî ya herêmê û asta pêbendiya wezaretan û wenêrîn kirin bi xizmetgozariyan, kir.

Di berdewamiya civînê de her du bernivîsên proje qanûnên ( serrast kirina qanûna wezareta darayî û abûrî ya li herêma Kurdistanê) bi armanca ava kirina birêveberatiyeke giştî di nava wezareta darayî û abûrî ya bo rêkxistina kertê dilniyayî û çavdêrî kirina kompaniyên kerta taybet yên ku di ware dilniyayî ( bîme, anjî sîgorta) li herêm kar dikin û  proje bûdceya( berham anîn û hawirde kirina tom, şitil, tomar kirin, pejrandin, berevanî kirin ji terzên çandiniyê hate pejrandin. Armanca serekî ya proje qanûna han, rêkxistin û handana kerta taybete bo hêlbirîna tom, şitil û hawirde kirina tom di bin çavdêriya wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê de.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.