Îro şandeke wezareta pêşmerge diçe Bexdayê

giftûgo li ser navend û lîwayên hevbeş dikin.
کوردستان TV
100%

 

Li gel rayedarên leşkerî yên Bexdayê dicive

Biryare îro çarşem şandek ji wezareta pêşmerge ya Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Vê şanda wezareta pêşmerge di çarçoveya serdana xwe de li gel rayedarên leşkerî û aliyên têkildar yên Îraqê bicive û di civînan de giftûgo li ser avakirina lîwayên hevbeş û hemahengiya hevbeş ya di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de were kirin.

Weke tê zanîn di rojên derbasbûyî de li Kerkûk û Mexmûrê jî navendên hemahengî û operasiyonên hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê hatibûn vekirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.