Di dema cotkariyê de canê xwe ji dest daye.
Birêveberatiya Polîsê Dihukê ragihandiye ku duhê êwarê, ciwanekî temen 21 sal bi navê E. H. B di dema çandina zeviyên xwe de ketiye bin tiraktora xwe.
Di daxuyaniya polîs de hatiye diyarkirin ku ev ciwanê han di dema cotkirinê de ketiye bi tiraktora xwe û demûdest canê xwe ji dest daye.
Lêkolînên polîs li ser çawetiya qewmîna bûyerê destpê kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin