Hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 651 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan ku 253 kese, li Silêmanî hatiye tomarkirin.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di nava heman demê de 860 berketiyên berê baş bûne û 9 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin