Ehmedînejad dema navê xwe nivîsî bû gef kiribû.
Prosesa wenêrîn kirin bo kesên ku bo beşdarî kirin di hilbijartinên Serokkomariya Îranê de navên xwe nivîsî bûn destpê kiriye.
Civata diyar kirina berejwendiyên rejîma Îranê biryar li ser vê yekê dide ka gelo kî, kê, dikare xwe berbijêr bike û beşdarî di hilbijartinan de bike.
Li gor çapemeniya Îranê Mehmûd Ehmedînejad ku beriya niha Serokkomarê Îranê bûye, ji aliyê civata diyar kirina berejwendiyên rejîmê ve berbijêriya wî hatiye redkirin û nikare beşdarî di hilbijartinan de bike.
Weke tê zanîn dema nivîsandina anjî tomar kirina navan de Ehmedînejad gef li civata diyar kirina berejwendiyên rejîmê kiribû û gotibû eger pêşiya min bigire ezê zanibim çi bikim.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin