Dibêje lazime pêbendî agirbestê bin.
Civata ewlekarî ya ser bi Netewên Yekgirtî derbarê ragihandina agirbestê di navbera Felestîn û Îsraîlê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya han de civata ewlekariyê rixmî ku kêfxweşiya xwe ya li hember ragihandina agirbestê diyar kiriye, hevdem daxwaz ji Îsraîl û Felestînê jî kiriye ku lazime her du alî pêbendî agirbestê bin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de civata ewlekarî diyar kiriye ku lazime bilez hevkariyên însanî bo xelkê Xeze û Felestînê were şandin.
Weke tê zanîn zêdetir ji 20 rojan alozî hebûn di navbera Îsraîl û Felestînê de, çekdarên Hemasê bi mûşek êrîşî ser Îsraîlê dikirin û Îsraîl jî bersifa wan dida û di encama wan aloziyan de ji her du aliyan nêzî 240 kesan canê xwe ji dest dabûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin