Bûdce bo wan projeyan tê dabînkirin.
Wezîrê avedan kirinê Dana Ebdulkerîm ragihand ku tevahiya girêbestên taybet bi çê kirin û du bande kirina cadeyên navbera bajarên Kurdistanê de vedigerin bo beriya 10 heta 12 salên berê, û beşeke zêde ji wan projeyan jî ku lazimbû hatibana xelkaskirin bi netemamî mane.
Dana Ebdulkerîm diyar kiriye ku di nava çend rojên pêşiya me de vê ji bûdceya 2021an ya hikûmeta Kurdistanê, bûdceya temamker ya pêwîst bo wan projeyan were serifkirin û ev projeyên çê kirin û du bandekirina cadeyên navbera bajarên Kurdistanê vê dîsa destpê bikin û tevahiya projeyan jî vê werin xelaskirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin