Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 pêketiyên vîrusa Koronayê mirin û 35 kesên din bi Koronayê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa ragihand ku kesên mirî mêrek ji Qamişlo û 2 mêrên ji Dêrazorê ne.
Ciwan Mistefa tekez kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 35 kesên din bi Koronayê ketine, ji wan 24 mêr û 11 jin û li van herêman in: Hesekê 7 kes, Qamişlo 5 kes, Dêrik 3 kes, Tirbespiyê 1 kes, Dirbêsiyê 8 kes, Dêrazorê 5 kes, Şehba 2 kes û kampa Holê 4 kes.
Ciwan Mistefa got nexweşek jî baş bû.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 17 hezar û 363 kes bi vîrusê ketine, ji wan 714 kes mirine û hezar û 763 kes jî baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin