Behsa rewşa deverê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê giştî yê Yekîtiya zanayên misilman Dr, Elî Qeredaxî kir.
Di civînê de rewşa Îraq û Kurdistanê, pêşhatên dawî yên siyasî û herwiha guhertinên li deverê hatin nîqaşkirin,
Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser kar û çalakiyên xêrxazî û kar û çalakiyên dezgehên xêrxwazî yên bo hevkarî kirina gelê Krudistanê hate kirine.
Di berdewamiya civînê de tekez li ser parastin û bihêztir kirina nirxên civakî, perwerdeyeke baş û nîştimanî hate kirin.
Di civînê de her yek ji Sekreterê mekteb siyasiya PDKê û Peyvdarê PDKê jî amadebûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin