Hizba demokrata Kurdistanê dibêje ji aliyê pêşmergeyên me ve hatine kuştin.
Dezgeha fermandariya hêzên pêşmerge ya ser bi hizba demorkata Kurdistanê daxuyaniyek weşandiye û têde diyar kiriye ku du endamên wan şehîd bûne.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di encama pevçûnekê de ku li ser rêya navbera Mehabad û Bûkanê de di navbera pêşmergeyên me û çekdarên rejîma Îranê de qewmiye, du pêşmergeyên me şehîd bûne û 5 çekadarên rejîma Îranê jî hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku sê ji kuştiyên rejîmê endamên îtlaatê bûne û duyên din jî endamên spaha pasdaran bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin