Di nava hefteyekê de hatine kuştin.
Fermandariya operasiyonên hevbeş yên Îraqê ragihand ku di nava hefteya derbasbûyî de 8 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.
Fermandariya operasiyonên hevbeş ya artêşa Îraqê belav kir ku, di çarçoveya operasiyonên hêzên leşkerî û ewlekarî yên Îraqê yên li dijî terorîstên DIŞIê de, hefteya darbasbûyî bi giştî 8 terorîstên DIŞIê hatine kuştin û dest bi ser hijmareke zêde çek û cebelxaneya terorîstan de jî hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji meha Nîsanê ve heta niha hêzên ewlekarî bi giştî 69 berpirsên berê yên terorîstên DIŞIê kuştine.
Di beşeke din ya daxuyaniya de ev yek hatiye nivîsandin ku 81 kesên ku ji aliyê dadgehê ve jî hatine xwestin, hatine giritn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin