Du welatiyên Bakûrî hatin birîndar kirin

niha li nexweşxaneyên başûr tên dermankirin.
کوردستان TV
100%

Niha li nexweşxaneyên Başûr de tên dermankirin.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê artêşa Tirkiyeyê li sînorê Colemêrgê êrîşî ser du welatiyên medenî yên Bakûrê Kurdistanê kiriye.

Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku ev du welatiyên han li pey pezên xwe geriyane ku di roja 18 Gulanê li devera Derecek ya ser bi Colemêrgê ve wenda bûne.

Artêşa Tirkiyeyê jî êrîşî ser wan her du welatiyan kiriye û di encam de ew her du welatî birîndar bûne û bo derman kirinê bo nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê hatine veguhastin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.