Bi mebesta parastina wan deveran ev biryar hatiye dayîn.
Qayîmiqamtiya bajarê Çomanê ragihandiye ku bi mebesta parastina cîhên torîstîkî û herwiha paqêj ragirtina jîngeha wan deveran, mayîna şevane li cîhên torîstîkî yên deverê hatine qedexekirin.
Li gor daxuyaniya han, tevahiya kompaniyên torîstîkî jî hatine agehdarkirin ku navbe şevane, bo karwanên xwe yên torîstîkî li wan cîhan kon veden û kempê çê bikin.
Weke tê zanîn li devera Balakatê û Çomanê çend cîhên torîstîkî yên gelek baş weke gula Fêlaw, tavgeha Kanî Best û Pirje hene ku salane hijmareke gelek zêde torîst berê xwe didin wan cîhan.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin