Mezlûm Ebdî: Civîna me gelek baş bû

dibêje tekez li ser mayîna hêzên hevpeymanan hate kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel şandeke Amerîkî civiya ye.

Fermandarê Giştî yê QSD`ê destnîşan kir ku civîneke encamgir bi şandeyeke Wezareta Derve ya Amerîka û Koşka Spî re pêk hatiye, tê de teqezî bi mayîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî li herêmê ji bo serkeftina li dijî DIŞI`ê û xurtkirina Rêveberiya Xweser, hatiye kirin.

Têkildarî mijarê, Fermandarê Gişît yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî îro li ser hesabê xwe twîter ev agahî belav kir.

Ebdî destnîşan kir ku wan bi şandeyeke payebilind a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi serokatiya alîkarê wezîr Joy Hood û rêvebera Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Sûriye û Iraqê ya Koşka Spî Zahra Bell re, civînek li dar xistine.

Ebdî wiha got: “Teqezî bi mayîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî li herêmê ji bo serkeftina bi temamî li dijî DIŞI`ê, piştgiriya istiqrarê û xurtkirina Rêveberiya Xweser, hatiye kirin.”

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.