Li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê têne damezrandin.
Li gor zaniyariyên berdest, di çarçoveya danûstandinên navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de, her du alî bo dagirtina valatiya ewlekarî yaku bûye derfet bo ku terorîstên DIŞIê dîsa xwe organîze bikin, lihev kirine.
Hate zanîn ku hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê lihev kirine daku li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê 4 navendên leşkerî yên hemahengiya hevbeş werin damezrandin bo ku valatiya ewlekarî yaku li wan deveran de heye were dagirtin û rê ji terorîstan re neyê dayîn ku li wan deveran xwe organîze bikin.
Li gor rêkeftinê vê hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê di çarçoveya wan navendan de li wan deveran werin bicîhkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin