Hejmara pêketiyên korona nêzî 165 mîlyonan dibe

nêzî 3 miliyon û 400 hezar kes jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

 

 

Hejmara pêketiyên vîrusa korona nêzî 165 mîlyonî dibe. Li gor agahiyen dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 163,239,850 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan bi qasî 33 mîlyon e. Li dû Amerîka bi nêzî 25 mîlyon pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî bi 15,6 mîlyon pêketiyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,382,797 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 586,326 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 435,751 mirinn Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawiya sla 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopknsê raber dikin ku li Çînê 102,748 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.

Ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.