Aloziyên li Felestînê didomin

heta niha ji her du aliyan zêdetir ji 200 kesan hatine kuştin.
کوردستان TV
100%


Artêşa Îsraîlê çend navendên Hemasê bordiman kir.
Di çarçoveya berdewamiya aloziyên heyî yên li Felestînê de, êrîşên Îsraîl û Hemasê yên li dijî hev û du berdewamin.
Di vê çarçoveyê de artêşa Îsraîlê belav kiriye ku şeva derbasbûyî hêzên wan karîne çend navendên girîng yên Hemasê li Rojavayê Xezeyê bordiman bikin.
Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê ji êwara duhê ve heta îro danê sibê, çekdarên Hemasê jî zêdetir ji 90 mûşekan avêtine Îsraîlê lê mûşek ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya Îsraîlê ve hatine pûçkirin.
Weke tê zanîn ev zêdetir ji 2 hefteyane li deverê alozî destpê kirine û di encama wan alozî û êrîşan de heta niha zêdetir ji 200 kes ji her du aliyan hatine kuştin.
N: E. G

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.