Duhê roja dawî ya pêşkêş kirina têbîniyan bû.
Sekretariyeta Parlementoya Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya hewldanên amade kirina projeya destûra bingehîn ya Kurdistanê de, aliyên siyasî hatibûn agehdarkirin daku nêrîn û têbîniyên xwe li ser bernivîsa projeya destûrê radestî parlementoyê bikin.
Li gor daxuyaniyê, duhê yekşem dema dawî ya diyar kirîbû lê ti aliyek nêrîn û têbîniyên xwe pêşkêş nekiriye lewre îro dîsa Parlemen bi awayeke fermî û nivîskî bi rêya nunerên wan yên li Parlementoyê, aliyên siyasî hayedar kiriye ku lazime nêrîn û têbîniyên xwe li ser bernivîsa projeya destûra bingehîn pêşkêşî parlementoyê bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin