Tîma teknîsiyen ya Amerîkî ji Îraqê vekêşiyaye.
Piştî ku jiber zêde bûna êrîşên ser hêzên Amerîkî li Îraqê, kompaniya Lockheed Martin karmendên xwe yên ku teknîsiyenên rîsîstarîze kirina balefirên F16 yên Îraqê ji Îraqê vekêşa, rayedarên Îraqê jî daxuyanî dan.
Fermandarê navenda operasiyonên hevbeş diyar kiriye ku jiber vekêşîna wan teknîsiyenan, balefirên F16 yên Îraqê rastî metirsiyan hatine ku ti kesek tuneye ku di ware teknîkî de li wan balefiran bimêzîne û ev yek jî dibe sedem ku Îraq û artêşa Îraqê nikaribin wan balefiran bikar bînin.
Weke tê zanîn ev demêke ku êrîşên komên çekdar yên Îraqî li dijî hêzên Amerîkî û hevpeymanan zêde bûne û îro jî kompaniya Lockheed Martin teknîsiyenên xwe ji Îraqê vekêşa û veguhast Hewlêrê.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin