Berê xwe didin Hewlêrê.
Li gor zaniyariyên berdest, teknîsiyenên Amerîkî yên ku li Îraqêne û karê wan çavdêrî kirin û risîstalîze kirina balefirên şer yên cureya F16ye, jiber zêde bûna êrîşên ser hêzên Amerîkî, ji Bexdayê der dikevin û berê xwe didin Hewlêrê.
Zaniyariyên berdest behsa vê yekê dikin ku ev teknisiyenên han karmendên kompaniya pîşesaziya berevanî ya Amerîkayê Lockheed Martinin û ev kompaniya han jî jiber zêde bûna êrîşên komên çekdar yên li dijî hêzên Amerîkî û hevpeymanan li Îraqê, bi taybetî piştî êrîşên vê dawî yên bo ser navenda leşkerî ya Beled û Eyn Esed, biryar daye daku karmendên xwe ji Îraqê derxe û bişîne Kurdistanê.
Kompaniya nav hatî diyar kiriye ku 72 teknîsiyenên wan li Îraqê hebûne û tevahiya wan bo Hewlêrê vekêşandiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin