Dibêje eger heye şerê navxweyî derkeve.
Di nava çend rojan de ev cara dudiyane ku artêşa Franseyê huşdarî dide Serokkomar û rayedarên din yên vê welatî û dibêje eger heye şerê navxweyî li Franseyê derkeve.
Beriya çend rojan hijmarek rayedarên artêşa Franseyê di daxuaniyekê de huşdarî dabûn Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macron û diyar kiribûn ku eger heye li vê welatî şerê navxweyî destpê bike.
Duhê dîsa hijmareke din ji rayedarên artêşê bi heman awayî huşdarî dan û ragihandin ku eger heye li Franseyê şerê navxweyî destpê bike û di rewşeke wisa de artêşa Franseyê neçare, dest bi liv û tevgeran bo parastina aramî û berejwendiyên welat bike.
Ji aliyeke din ve pispor behsa vê yekê dikin ku ev daxuyaniyên artêşê nîşaneya vê yekêne ku hinek rayedarên artêşê hewl bo kûdetayeke leşkerî li Franseyê didin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin