Dibêje Korona di bin kontrolê deye.
Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Saman Berzencî ragihand ku niha li Kurdistanê de bi awayeke kêm hijmara berketiyên Koronayê kêm bûye û Korona niha di bin kontrolê deye.
Saman Berzencî herwiha eşkere kiriye ku hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo dabîn kirina vaksîna Koronayê berdewamin û hikûmet dixwaze wisa bike ku bo tevahiya welatiyên Kurdistanê vaksînên dijî Koronayê dabîn bike.
Berzencî daxwaz ji welatiyan kiriye daku hevkar bin û şîret û rêkarên tendirostî bo rûbirû bûna Koronayê cîhbicîh bikin.
Nav hatî herwiha derbarê rêkarên tendirostî yên di dema cejnê de jî diyar kiriye ku desthilat jî parêzgar û îdareyan re hatiye dayîn daku rêkarên pêwîst bistînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin