Bi balefirên dorne êrîş pêk hatiye.
Li gor zaniyariyên berdest, îro şemî danê sibê, bi balefirên bêpîlot (Dorne) êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed ya li Rojavayê Parêzgeha Enbarê hatiye kirin.
Di vê derbarê de Fermandarek çekdarên heşda Eşîran bi navê Qeterî Obeyidî ji çapemeniya Îraqê re ragihandiye ku îro danê sibê, bi balefirên dorne, êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed yaku taybete bi hêzên asmanî hatiye kirin.
Obeyidî herwiha diyar kiriye ku di nava 4 rojan de ev cara dudiyane ku êrîşî ser navenda han tê kirin.
Nav hatî derbarê hêzên nava navenda han de diyar kiriye ku ji sedî 90ê hêzên nava navenda han hêzên Îraqî ne û ji sedî 5 wan Amerîkî ne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin