Behsa rewşa giştî ya deverê û têkiliyên navbera Kurdistanê Amerîkayê kirin.
Îro çarşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş ya Amerîkayê yaku ji nunerên wezareta berevanî, derve û Koşka spî pêk hatibû kir. Şanda Amerîkî ji wan kesan pêk hatibû: Şêwirmend li wezareta derve Derek scully, Qordînatorê Koşka Spî bo karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk, alîkara wezîrê derve yê bo karûbarê Rojhilata nêz Joy Hood û Cîgirê alîkarê wezîrê berevanî yê bo karûbarê Rojhilata Navîn Dana stroul.
Di civînê de ku her du endamên mekteb siyasiya PDKê Huşiyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed jî têde beşdar bûn, şanda mêwan silav û rêzên Serokê Amerîkayê, wezîrên derve û berevanî yên Amerîkayê gehandine Serok Barzanî û rêzdariya xwe jî ya li hember ev hevbeşî û hemahengiya ku di salên derbasbûyî de di navbera Kurdistan û Amerîkayê de hebûye diyar kir.
Şanda mêwan herwiha tekez li ser vê yekê kir ku îdareya nû ya Amerîkayê gelek bi başî hayedarê kêşe û arîşe û rewşa Îraqê û deverê ye û welatê wan pêbendî ev hevbeşiya berê dibe ku li gel Kurdistanê û hevpeymanên din de hebûye.
Di berdewamiya civînê de jî Serok barzanî spasiya Amerîkayê kir ku di destpêka salên 1990an de roleke girîng bo dabîn kirina herêma aram bo gelê Kurdistanê lîstiye û herewiha rêzdariya xwe jî li hember rola Amerîkayê yaku bo hevkarî kirina gelê Kurdistan û Îraqê di şerê dijî DIŞIê de lîstiye diyar kir.
Di berdewamiya civînê de her du aliyan nêrînên xwe yên derbarê rewşa siyasî ya deverê, prosesa siyasiya Îraq û hilbijartinên pêş yên Îraqê lihev veguhastin û metirsiyên berdem porsesa siyasiya Îraqê û têkiliyên navbera Kurdistan û Bexdayê û aramiya Îraq û deverê jî nirxandin.
Di dawiya civînê de Serok Barzanî derbarê DIŞIê de ev yek ji şanda mêwan re diyar kir ku hîn jî gefên teror û DIŞIê li Îraq û deverê de mane jiber ku sedemên ku bûne faktera derketin û bihêz bûna DIŞIê hîn jî nehatine çareserkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin