Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê karûbarên leşkerî yê hikûmeta Brîtanyayê Samie Sampsen û Şêwirmendê Wezareta Berevaniya Brîtanya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa û şandeke li gel kir.
Di civînê de balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê û her du endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê Huşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed jî têde amadebûn, şanda mêwan tekez li wê yekê kir ku aramî geşbûna Herêma Kurdistanê aliyê Brîtanya ve girîngiya xwe ya zêde heye û anî ziman ku Brîtanya dixwaze bo çareser kirina kêşeyên heyî û derbas kirina qirîzên li Îraqê rola xwe bilîze.
Di berdewamiya civînê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û hilbijartinên paşerojê yên li Iraqê û gefên terorê hatin nirxandin û di derbarê rûbirûbûna DIŞIê de jî Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku raste DIŞI di warê leşkerî de hatiye têkbirin lê belê nehiştina hertimî ya DIŞI pêdiviya xwe bi hewldanên tevahiya aliyan heye û lazime sedemên ku bûne fakter bo serhildana DIŞIê di warê hizirî, abûrî û civakî ve werin jinavbirin û di her warî de lazime şerê terorê were kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin