Behsa têkiliyên navbera Kurdistanê û Amerîkayê dekirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro çarşem 5ê Gulana 2021an me pêşwaziya şandeke Amerîkî kir ku, pêk hatibû ji Şêwirmend li wezareta derve Derek scully, Qordînatorê Koşka Spî bo karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk, alîkara wezîrê derve yê bo karûbarê Rojhilata nêz Joy Hood û Cîgirê alîkarê wezîrê berevanî yê bo karûbarê Rojhilata Navîn Dana stroul.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, giftûgo li ser pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê, pêşhatên dawî û guhertinên li Îraq û deverê hate kirin.
Şanda mêwan silav û rêzên Serok Jeo Biden gehande me û balkêşande ser vê yekê ku hatina şanda han tekez kirine li ser girîngî pêdana Serok û hikûmeta Amerîkayê ya bi bihêztir kirina têkiliyên li gel herêma Kurdistanê ye ku hevpeymaneke girîng ya Amerîkayê li deverê deye.
Şanda mêwan rixmî stayîş kirina reformên hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî reformên di nava wezareta pêşmerge de, ev yek diyar kir ku Amerîka û hevpeymaniya cîhanî, berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna gefên terorê bi taybetî DIŞI.
Di berdewamiya civînê de me jî spas û rêzdariya xwe bo Serok Jeo Biden û piştîvaniyên hikûmeta Amerîkayê yên bo herêma Kurdistanê diyar kir û amadebûna herêma Kurdistanê jî bo pere pêdana têkiliyên pir alî li gel Amerîkayê diyar kir.
Têkiliyên herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî, hilbijartinên pêş yên Îraqê, diyaloga steratejîkî ya di navbera Îraq û Amerîkayê û girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê jî çend mijarên din yên civîna me bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin