Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke Brîtanî civiya

behsa çend mijarên taybet hate kirin.
کوردستان TV
100%

 

Behsa reformên hikûmeta Kurdistanê hate kirin.

Îro çarşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Brîtanî bi Serokatiya Şêwirmendê leşkerî yê Brîtanyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn Samie Sampson kir.

Di civînê de ku balyozê Brîtanyayê yê Bexdayê Stephen Hickey jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraq û deverê de û bihêztir kirina têkiliyên navbera Brîtanya û herêma Kurdistanê de hate kirin.

Di berdewamiya civînê de şanda Brîtanî pêbendiya welatê xwe û hevpeymaniya cîhanî ya bo piştîvanî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê diyar kir.

Herwiha di berdewamiya civînê de tekez li ser girîngiya ektîf kirina hemahengiya ewlekarî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hate kirin bo danîna sînorek li berdem êrîş û gefên terorîstên DIŞIê.

Şanda Brîtanî reformên hikûmeta Kurdistanê yên di nava wezareta pêşmerge de jî bi girîng wesif kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.