Vê li Hewlêrê li gel rayedarên Kurdistanê bicive.
Biryare îro şandeke bilind ya Amerîkî yaku niha li Îraqê ye, îro serdana Hewlêrê bike û li gel rayedarên Kurdistanê bicive.
Li gor zaniyariyên berdest, ev şanda Amerîkî yaku ji nunerên wezareta derve, berevanî û ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê pêk hatiye, bi Serokatiya Kordînatorê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê, Brett McGurk yaku çend roj li Rojhilata Navîn dimîne, vê îro danê êwarê serdana Hewlêrê bike û li gel rayedarên Kurdistanê bicive û behsa çend mijar û babetên hevbeş bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin