Biryar di roja 12ê Gulanê de dikeve meriyetê.
Li gor daxuyaniyek ku ji aliyê civata wezîran ya Îraqê ve hatiye weşandin, hikûmet biryar daye daku di çarçoveya biryar û rêkarên rûbirû bûna Koronayê de 10 rojan qedexeya derketina seraserî ragehîne.
Li gor daxuyaniyê, ev biryara hikûmetê yaku bo pêşî girtin ji zêdetir belav bûna Koronayê ye, ji roja 12ê Gulanê dikeve meriyetê û heta 22ê Gulanê berdewam dibe.
Li gor amarên dawî yên ku wezareta tendirostî ya Îraqê belav kiriye heta niha li Îraqê bigiştî 1 miliyon û 86 hezar û 141 kes bi Koronayê ketine û 15 hezar û 608 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin