Bikar anîna madeyên hişber li Îraqê zêde bûye

ji sedî 50 ciwanên Îraqî madeyên hişber bikar tînin.
کوردستان TV
100%

Ji sedî 50 ciwanên Îraqê madeyên hişber bikar tînin.

Li gor daxuyaniyeke  civata dadweriya Îraqê, Dadgerê lêkoler li Babîlê, Nebîl Tayî ragihandiye ku bikar anîna madeyên hişber di nava ciwanên Îraqê de gelek zêde bûye.

Tayî eşkere kiriye ku niha li Îraqê ji sed ciwanan 50 ji wan madeyên hişber bikar tînin.

Nav hatî ev yek eşkere kiriye ku her çend kesên ku madeyên hişber bikar tînin anjî bazirganî bi wan madeyan dikin li seraserê Îraqê de hene lê piraniya wan yanê zêdetir ji sedî 73ê wan di nava tax û cîhên xizannişîn yên Îraqê dene.

Ev dadgerê han tekez li ser vê yekê kiriye ku aloziya rewşa darayî, bêkarî û nebûna derfetên karî bo ciwanan sedemên serekî yên bikar anîna madeyên hişber ji aliyê ciwanên Îraqê ve ye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.