Behsa gefên terorîstên DIŞIê kirin.
Duhê bi şev Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Şêwirmendê leşkerî yê Brîtanî yê bo karûbarên Rojhilata Navîn Samie Sapmson û balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê û şandeke pê re civiya.
Di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Îraq û deverê, gef û metirsiyên terorê, serhildana terorîstên DIŞIê, pîwerdariya hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê li Kurdistan û Îraqê, hevkarî û alîkariyên Brîtanya û hevpeymaniya cîhanî ya bo bihêztir kirina pergala berevaniya asmanî ya Îraq û Kurdistanê û bihêztir kirina hemahengî û hevbeşiya Brîtanya û hevpeymaniya cîhanî ya li gel Kurdistan û Îraqê bo rûbirû bûna DIŞIê hatin nirxandin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rixmî spasî kirina Brîtanya û hevpeymaniya cîhanî bo hevkarî kirina Kurdistan û Îraq bo têk birina DIŞIê, tekez li ser pêdiviya Îraq û Kurdistanê bi dom kirina hemahengî û hevkariyên hevpeymaniya cîhanî bo rûbirû bûna DIŞIê kir.
Nêçîrvan Barzanî herwiha jiber hevkariyên leşkerî yên Brîtanyayê yên bo perwerde kirina hêzên pêşmerge spasiya hikûmeta Brîtanyayê jî kir.
Di civînê de ku Konsulusê Brîtanyayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, şanda mêwan rêzdariya xwe ya li hember rol û qurbanî dana hêzên pêşmerge di şerê dijî DIŞIê de diyar kir û tekez li ser girîngiya hebûna mekanîzmeke bihêz ya hemahengî û hevbeşiyeke xort di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê li wan deverên ku têde valatiya ewlekarî heye, bi piştîgiya hevpeymaniya cîhanî kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin