Dest bi ser dermana bêhiş kirinê hate girtin

xwestine bi qaçax derbasî Hewlêrê bikin.
کوردستان TV
100%

Li deriya Hac Omeranê hatiye destbisergirtin.

Asayîşa deriya sînorî ya Hac Omeranê belav kir ku, îro hêzên wan karîne dest deyinin ser çend kartûnên mezin ku tîje bûne ji dermanê bêhişkirinê ku ji Îranê ve hatiye anîn û xwestine derbasî nava Hewlêrê bikin.

Li gor daxuyaniya asayîşa Hac Omeranê ev derman di nava kamiyoneke ku têde pîrket hatibûn barkirin hatibû veşartin û du welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û du şêniyên Hewlêrê jî têkildarî vê mijarê hatine girtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.