Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin

weke mewlûda Kurdî jî têne nasîn.
کوردستان TV
100%

 

Destnivîsên Melayê Bateyî ku herî zêde bi Mewlûda Kurdî tê nasîn, 300 sal e li gundê wî têne parastin. Gundiyên ku xwe weke neviyên Bateyî pênase dikin, wan berheman hêja û pîroz dibînin.

Tê texmînkirin ku Melayê Bateyî di navbera salên 1670 û 1750’an de li gundê Bate yê Elkê ku wê demê girêdayî Hekariyê (niha navçeya Şirnexê ye) bû ji dayik bûye û li wir jiyaye. Niha jî tirba wî li gundê Bateyê ye û bo civakê cihekî pîroz e. Melayê Bateyî, alim û wêjekarek ji wêjekarên herî mezin ê kurdan e. Di mijara wêjeyî, olî, civakî û tenduristiyê de pispor û şareza bûye. Bi taybetî jî bi jiyana xwe ya civakî alimiyeke civakparêz û kurdewar raxistiye ber çavan. Li dijî her cure neheqî, kedxwarî û serdestiyê têkoşiyaye.

 

25 BERHEM

 Melayê Bateyî, ji bilî berhema xwe ya herî bi navûdeng Mewlûda Kurdî, derbarê gelek mijarên civakî û bi jiyanê ve têkildar berhemên cuda jî nivîsîne. Hinek ji wan heta roja me hatibin jî aqûbeta hinekan ji wan nediyar e. Tê gotin ku li derdora 25 berhem nivîsîne. Mewlûda Kurdî, Dîwan, Hemahîl, Kaşkol berhemên wî yên sereke ne.

 XEZÎNEYEKE DÎROKÎ

 Di dîroka wêjeya klasik a Kurdî de destnivîsên kêm wêjekarên klasik xwe gihandine roja me. Ji ber wê, peydakirina destnivîsên wêjeya klasik a Kurdî wek peydakirina xezîneyên dîrokî tê dîtin. Yek ji van xezîneyan jî destnivîsên Mewlûda Kurdî ya Mela Husênê Bateyî ye.

 ‘BO ME XEZÎNEYE’

 Li gor angaşt û daneyan ev destnivîs ji 300 salan zêdetir e li gundê Bateyê ku Melayê Bateyî ji wê derê ye ji aliyê nevi û nasên wî ve bi rengekî xezîneyeke pîroz a dîrokî tê parastin. Ji nasên Melayê Bateyî mela Nûrî Guzel derbarê mijarê de wiha dibêje: “Em wek nevi û nasên wî tên nasîn. Bi sedan salan e dapîr û bapîrên me li vî gundî jiyan e. Û li gor ragihandina wan û yên ji wan re ragihandine baş dizanin ku ev destnivîs aîdê mewlûda Mela Husênê Bateyî ne û bi destê wî bi xwe hatine nivîsandin. Ji bilî mewlûdê çend berhemên wî yên din jî hene. Ji bo ku zerarek neyê van destnivîsên wî em wan di cihên taybet ên herî guncav de diparêzin.”

 Mela Nûrî diyar dike ku berhemên Melayê Bateyî ji bo wan pîroz in û wiha dibêje: “Berhemên Melayê Bateyî dîrokî ne, mîrasên wî ne, ku ji me re wek emanet hiştiye. Ji ber wê jî ji bo me gelek hêja û pîroz in.”

Ji mezopotamiyayê hatiye wergirtin

N: E. G

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.