Şêwirmendê leşkerî yê Brîtanî dibêje li dijî DIŞIê hevkariya pêşmerge dikin.
Şêwirmendê taybet yê leşkerî yê Brîtanyayê Charles Maix di peyameke sersaxî de ku pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê û wezareta pêşmerge kiriye ( jiber şehîd bûna 3 pêşmergeyan di êrîşa terorîstên DIŞIê ya li Pirdê de) behsa vê yekê kiriye ku Brîtanya weke endamê hevpeymaniya cîhanî amadeye bo şerê dijî terorîstên DIŞIê her cure hevkariyek pêşkêşî hêzên pêşmerge bike.
Nav hatî di berdewamiya peyama han de eşkere kiriye ku Brîtanya hayedarî wan kêşe û astengiyane ku bo dabîn kirina aramî û ewlekariya deverên kêşe li ser rastî hêzên Kurdistanî tên lewre Brîtanya amadeye her cure hevkariyek pêşkêş bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin