Di şerên Efxanistan û Îraqê de hatine kuştin.
Malpera news-journalonline nûçeyek weşandiye û têde diyar kiriye ku wezareta berevaniya Amerîkayê li gel destpê kirina prosesa vekêşîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê amarên kuştî û birîndarên Amerîkî li Îraq û Efxanistanê belav kiriye.
Li gor nûçeya han ji sala 2001an ve hate niha li Efxanistanê bi giştî 2 hezar û 448 leşker û kesên medenî yên Amerîkî li Efxanistanê hatine kuştin û 20 hezar û 722 kesên din jî birîndar bûn ku piraniya wan leşkerin.
Derbarê Îraqê de jî wezareta berevaniya Amerîkayê diyar kiriye ku ji destpêkê ve heta niha li Îraqê bi giştî 4 hezar û 609 leşker û kesên medenî yên Amerîkî hatine kuştin û 32 hezar û 530 leşker û welatiyên medenî yên Amerîkayê li Îraqê jî birîndar bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin