Êrîşê navenda leşkerî ya Beled hate kirin

derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
کوردستان TV
100%

Bi mûşekan êrîş hatiye kirin.

Li gor zaniyariyên berdest, kêliyek beriya niha bi mûşek êrîşî ser navenda leşkerî ya Beled yaku hêzên Amerîkî têde dimînin hatiye kirin.

Hate zanîn ku çend mûşek ber bi navenda leşkerî ya Beledê ve hatine avêtin lê heta niha derbarê zirarên êrîşa han ya mûşekî de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Navenda leşkerî ya Beled navendeke leşkeriye ku têde hêzên Amerîkî û Îraqê dimînin û ev çendemîn care ku êrîşî ser navenda han tê kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.