Serokê herêmê li gel Konsulusê Îmaratê civiya

Îmarat dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.
کوردستان TV
100%

 

Nêçîrvan Barzanî bo serdana Îmaratê bi fermî hate vexwandin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Elzarî kir.

Di civînê de Kosulusê Îmaratê silav û rêzên Serok, Serokwezîr û Cînişînê Ebûzebî gehande Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ragihand ku dawetnameyeke fermî ya Cînişînê Ebûzebî û Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Îmaratê Şêx Mihemed bin Ziyad Alnehiyan pê reye ku têde bi fermî Serokê herêma Kurdistanê vedixwîne bo serdan kirina Îmaratê.

Her di nava heman dewet nameyê de Îmaratê behsa xwesteke xwe ya bihêz bo berfirtir kirina têkiliyên xwe yên di her warî de li gel Kurdistanê kiriye.

Di berdewamiya civînê de jî Nêçîrvan Barzanî silavên xwe pêşkêşî Serok, Serokwezîr û Şêx Mihemed Bin Ziyad Alnehiyan kir û kêfxweşiya xwe ya li hember vexwandina han diyar kir û ragihand ku di demek de ku bo her du aliyan goncaw be vê serdana Îmaratê bike.

Nêçîrvan Barzanî behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurdistan, Îraq û Îmaratê de kir û ev têkiliyên han bi girîng wesif kir.

Giftûgo kirin li ser rewşa giştî ya Îraqê, hilbijartinên Îraqê, têkiliyên Kurdistan û Îraqê li gel Îmaratê û girîngiya pere pêdana zêdetir ya têkiliyên han mijarên din yên vê civînê bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.