Amerîka îran direwand û dibêje ti rêkeftineke me tuneye

Amerîka dibêje ti rêkeftinek di navbera me de tuneye.
کوردستان TV
100%

 

Duhê çapemeniya Îranê qala rêkeftinê li gel Amerîkayê kiribû.

Piştî ku duhê yekşem telefizyona fermî ya Îranê belav kir ku, di navbera Îran û Amerîkayê de rêkeftinek hatiye kirin û li gor rêkeftinê vê Îranê welatiyên Amerîkî yên ku li Îranê hatine girtin berde û li hember de jî Amerîka welatiyên Îranî yên ku li Amerîkayê girtîne berdide û 7 miliyar dolarên Îranî y ên blokekirî azad dike, Koşka Spî jî daxuyaniyek belav kir.

Di vê derbarê de Peyvdarê Koşka Spî Ned Price ragihand ku ev nûçeyên han durin ji rastiyê û ti rêkeftinek di navbera Amerîka û Îranê de li ser ti mijarekê nehatiye kirin.

Weke tê zanîn ew çend roje li Îranê mijara lihev kirina Amerîka û Îranê germe û jiber vê yekê jî rêberê şoreşa Îranê rexne li wezîrê derve yê Îranê û Serokkomarê Îranê jî kiribû.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.