Li Îranê 28 welatiyên Kurd hatine girtin

13 ji wan li parêzgeha Urmiyeyê hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Di nava mehekê de 28 welatiyên Kurd hatine girtin.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, di meha Nîsanê de li seraserê Rojhilatê Kurdistanê 28 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatine girtin.

Hengawê belav kiriye ku 22 ji wan welatiyên Kurd jiber çalakiyên siyasî û hevkarî kirina partiyên Kurdî yên li dijî rejîma Îranê hatine girtin û ewin din jî jiber çalakiyên curbicur yên medenî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Hengawê ev yek eşkere kiriye ku 13 ji wan kesan li parêzgeha Urmiyeyê hatine girtin, welatiyên din li Sine, Kirmaşan û çend bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.