Zêdetir ji 600 kesên din bi Koronayê ketin

hijmara herî zêde ya pêketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

17 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 7 hezar û 365 cerbandinên diyar kirina Koronayê hatine kirin û derketiye ku 693 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 357 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 931 berketî baş bûne û 17 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.