Heta niha çend rampe hatine avakirin.
Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku bi SOHR jî tê nasîn belav kiriye ku Îran bi rêya çekdarên xwe yên li Sûriyeyê hewl bo bihêztir kirina pêgeha xwe li Sûriyeyê bi taybetî li Bakûrê Sûriyeyê dide.
Li gor raporta SOHR di wan demên dawî de Îran birêya çekdarên xwe yên li Sûriyeyêp li nêzî herêmên di destê hêzên Sûriyeyea demokratîk û Amerîkayê de, dest bi ava kirina navendên curbicur bi taybetî çê kirina rampeyên avêtina mûşekan kiriye û heta niha li herêmê de çend rampe ava kiriye.
Navendê behsa vê yekê kiriye ku tenê li devera Meyadîn çekdarên Îranî 9 rampeyên mûçekan çê kirine ku nêzî rafîneyeke girîng ya petrolê li Rojhilatê çemê Firatê deye.
Weke tê zanîn li başûrê Sûriyeyê jî Îsraîl bi awayeke rojane êrîşî ser hêz û çekdarên ser bi rejîma Îranê dike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin