li Hewlêrê ev tîma han hatiye girtin.
Birêveberatiya nehêştina madeyên hişber li Kurdistanê de, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku piştî wergirtina zaniyariyên rast û dirost li dor hebûna tîmeke bazirgan ya madeyên hişber, hêzên taybet operasiyonek lidar xistine û karîne endamên tîma han binçav bikin.
Li gor daxuyaniya han dema endamên tîmê hatine girtin li gem wan 700 giram madeya hişber ya ji cureya Kirîstal hebûye.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku endamên tîmê xwestine bi rêya kompaniyeke veguhastinê, ev madeya han bo Brîtanyayê bişînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin