Bi fermana Serokê Amerîkayê ev serdana han pêk tîne.
Li gor çapemeniya Amerîkayê, li ser fermana Serokê Amerîkayê Jeo Biden, şandek ji rayedarên Amerîkayê serdana hijmarek ji welatên Rojhilata Navîn dike.
Armanc ji serdana şanda han giftûgo kirine li gel welatên Rojhilata Navîn derbarê bername, kar û çalakiyên etomî yên Îranêye.
Dema serdanê hîn jî nehatiye diyarkirin lê tê gotin ku di serdana han de nunerên wezareta derve, berevanî û herwiha çend Şêwirmendên Amerîkî jî amadebin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin