Jiber ku di bicîh anîna pîwerdariya xwe de kêmanî kirine.
Wezareta navxwe ya Îraqê belav kiriye ku fermana girtinê bo 3 Fermandarên hêzên pasevanên sînor yên Îraqê hatiye derkirin.
Li gor daxuyaniya wezareta navxwe ya Îraqê jiber ku ev Fermandarên han di cîhbicîh kirina pîwerdariyên xwe kêmanî û kêmasî kirine fermana girtinê bo wan hatiye derkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku ev her sê Fermandarê, li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê de pîwerdarin û jiber êrîşên vê dawiyê yên terorîstên DIŞIê de ku derketiye kemaniya wan Fermandaran heye, fermana girtina wan hatiye derkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin