15 welatî jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 843 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 330 kese.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 794 berketiyên berê jî baş bûne û 15 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin